Projeya demdirêj

Kar û berhemên baş gelek dem dixwaze. Cemal Nebez ev yek dizanî û ji bo wî ya girîng ew bû ku ji rêbaz, bêxewî û hûrbîniya her tiştên ku digirte ber destê xwe piştrast be. Weqfa Cemal Nebez jî bi mîrasa zanistî ya wî tevdigere. Diyar e ku damezrandina pirtûkxane û arşîva Cemal Nebez projeyeke demdirêj e ku ne tenê ked û hewldaneke mezin dixwaze, divê em ji bo vê armancê sûd ji pispor û şêwirmendiya pisporan bigirin.

Xebata di du beşan de, pirtûkxane û arşîv

Me mîrat û berhemên zanistî yên Cemal Nebez di nava du beşan de cuda kiriye. Ya yekemîn pirtûkxane ye û xebata di vê beşê de li navenda Spichernstraße û her wiha bi sûd wergirtina ji înternetê dest pê kir. Xebatên li ser beşa duyemîn a projeya me ya demdirêj Arşîv hate taloqkirin û hîn niha dest pê nekiriye. Ji bo cihê arşîvê ya Dezgeha Cemal Nebez ji bo berhevkirin û depokirinê û her wiha ji bo lêkolînê û dîtina mijaran jûreke guncav dîtiye; hûn dikarin wêneyên vî cihî li xwarê bibînin.

Derbarê lîsteya mijarên di arşîvê de

Heta niha tenê lîsteyeke pêşîn û netemam ya berhemên arşîvê hatiye çêkirin. Deftera bîreweriyan, name û defterên numareyên telefonan li gorî rêza salan hatine kategorîzekirin û rêzkirin. Û di seta qutîyan de tên girtin û qutî xwedî hejmareke taybet in. Her wiha heta niha tenê deftera bîreweriyan hatiye skankirin, ev formeke testê bû da ku em bibînin bê ka mijarên arşîvê çawa tên skankirin. Her wiha di vê arşîvê de hejmareke mezin ji fayil û rûpelên tomarkirî hene ku Nebez di mijarên ku jê hez dikir de gelek mijarên cuda tomar dikir û sûd jê werdigirt. Di van fayilan de gelek bîrewerî û nivîsên bi destan hatine nivîsandin jî di nav de gelek destnivîs û nameyên bi zimanên cuda tên dîtin. Di dawiyê de gelek destnivîs û kopiyên gotarên ku Cemal Nebez bi xwe nivîsandine hene.

Derbarê rewşa pirtûkxaneyê de

Pirtûkxane ji çend kovar, rojname, kovarên mehane û werzî û monografên ku li gorî ziman hatine rêzkirin pêk tê. Her wiha di pirtûkxaneyê de çend ferheng jî tên dîtin. Di pêşerojê da, meriv  dikare lîsteya naverokeke berfireh di yek ji qadan de amade bike. Mînak, beşeke têkildarî kovar û kovarên werzî. Hemû kovarên di pirtûkxaneyê de, ango hemû berg û hejmarên ku her sal hatine şandin bo derve di dosyaya Excelê de qeydkirî ne ku tê de wêneyê bergên van kovaran yên bi kalîte heye.

Dosyeya Excelê ya kovaran bi dawî bû!

Bi vî awayî niha yekemîn dosyeya birêkûpêk û guncav a pêşkêşkirinê ji bo tora pêşerojê ya navendên agahdariyê amade ye ku bi rêya wê em dixwazin dosyaya sereke ya pirtûkxaneya xwe û her wiha arşîvê tomar bikin û ji bikarhênerên pirtûkxaneya Cemal Nebez ên pêşerojê re bihêlin.

Di refikên pirtûkan de mijarên taybet; pirtûkên Cemal Nebez

Hemû pirtûkên di pirtûkxaneya me de li ser refan hatine danîn, beşek ji wan berhemên Cemal Nebez in. Ji bo 80. rojbûna Nebez, lîsteyek ji berhemên wî yên ku di dosyeya Wordê de hatine komkirin, weke diyarî pêşkêşî Nebez hat kirin. Her wiha, navnîşanên hemû berhemên ku li ser refên pirtûkan hatine komkirin, êdî hûn dikarin bi tikandina lînka www.jemalnebez.org bibînin.

Amadekirina lîsteya ku bi navê lîsteya sereke ye û di dosyayeke Wordê de hatiye komkirin, bi xebat û hewldanên komek mirovên xwebexş ku bi dilavayî bi rêya înternetê alîkariya me kirine, heta radeyekî mezin pêşketiye. Ev lîste hatîye temamkirin û li formata rûpela dosyeya Excelê hate zêdekirin, bi awayekî ku ji bo karên pêşerojê re guncav be. 

Bi vê mebestê du dosyayên Excel ên agahdariyê, yek bi temamî bi tîpên latînîya Kurmancî û ya din jî bi tîpên aramîya Soranî hatin amade kirin. Bi vî awayî ev her du lîste li Excelê ku agahdarî û şiroveyên temam li ser hemû berhemên Nebez û di heman demê de dîmenên bergê yên berhemên wî hene, niha dikare bi hêsanî di înternetê de were bikaranîn. Ev alîkariya hemû Kurdên cîhanê dike ji bo ku berhemên Cemal Nebez nas bikin.

Hîn jî gelek kar mane divê bên kirin. Bi alîkarîya we ya darayî wê encama herî baş werbigirin.
Weqfa Cemal Nebez li gor bernameyên xwe çendîn derfet û awayên karkirina komek karmendên jêhatî bi mûçeyên guncav hene ku bi rêya girêbestên kar tên encamdan. Her wiha, eger em bikaribin xwendevanên ku di prosesa perwerdeyên xwe de yên asta zanîngehê de werbigirin ku ji bo vê dezgehê armanc e, gelek beşên taybet û diyarkirî di proje û karan de dikarin ber bi pêş ve bibin. Şiyan û derfetên me ji bo vê armancê gelek kêm in, ji ber vê yekê em alîkarîya we ya darayî dixwazin da ku em bikarin bi awayekî plankirî jê sûd werbigirin da ku projeya xwe ya demdirêj pêk bînin. Her wiha em hêvî dikin ku xwebexşên jêhatî di vê mijarê de alîkariya me bikin.


Ji kerema xwe bi rêya forma pêwendiyê bi me re têkiliyê daynin. Em dê yek bi yek bi we re têkiliyê deynin û we vexwînin ku hûn beşdarî vîdeo-konferansekê bibin.


Wêneyê li çepê: Salname û lênûskên Cemal Nebez, wêneyê li jêr: Deftera bîreweriyên Cemal Nebez, wêneyê jor: jûra arşîvê, wêneyê rastê: Dîmenek ji cihê arşîvê