Gora li Silêmanîyê

Gora Jemal Nebez li welatê wî Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê ye.

Cemal Nebez li pêşiya Dadgeha Charlottenburg-Berlînê bi pejirandina noterê wesiyeteke hîştibû ku jinhevala wî, Seroka niha ya Weqfa Jemal Nebez Dr. Hannelore Küchler bi tenha serê xwe mîrasgira hemû mal û milkên wî ye. Her du jî piştî mirina xwe hevdu wek mîrasgir destnîşan kiribûn. Wekî din Jemal qet talîmatekî din piştî mirinê çi bibe yan li kuderê û çawa binax bibe, li paş xwe nehîştiye.

Tabûta cesedê wî li ser biryar û pêverabûna Dr. Hannelore Küchler di 21.12. 2018 de bi Başûrê Kurdistanê ve hat naqliyatkirin, bi firokeyeke ji Berlînê heta Hewlêrê (Arbil). Li wê derê xwîşka wî Nîmet Towfîq Mehmûd tabûtê wî pêşwazî kir û wergirt û hîşt ku di 22.12.2018 de li bajarê Silêmaniyê li ciyekî navdar bê binaxkirin. Li firokgeha Hewlêrê (Arbil) bi malbata wî (gorbihişt) û gelek hevalên wî re, nûnerên hikumeta herêmî (KRG-Kurdistan Regional Government) ya Hewlêrê pêşwazîkirineke rêzdar amade kiribûn.