Pirtûkxane

Pirtûkxaneya Weqfa Cemal Nebez li avahiya me ya li Berlîn-Wilmersdorfê ye. Di demên lihevkirî de, dikare ji aliyê mêvanan ve weke pirtûkxaneyek bê bikaranîn û sûdê jê bigrin. Amadekarî hê jî didomin. Vebûn wê bê ragihandin.

Katalogîzekirna online ya pirtûkxaneyê yek ji karên sereke yên Weqfê ye. Em niha bi awayê peymanên kar li pisporan digerin. Heke di aliyê teknolojîyê de derfet hebe, dibe stajyer jî bi rêya peymanên kar ji bo vî karî bên perwerdekirin.    

Ev rûpel li ser rewşa heyî ya pirtûkxaneyê û li ser peymanên kar ên pirtûkxaneyê yên reklamkirî agahîyan dide.

Xebatên sebaret bi Pirtûxaneyê hema niha gengaz e

Mirov dikare niha berî ku dema girêbestan biqede, dest bi polênkirinan bike û pirtûk, govar û rojnameyan di nava kompûterê de tomar bike. Bo vî tiştî pêdivîya Weqfê bi hevkarên dilxwaz heye.

Pirtûkxane dê berhemên bi gelek Zimanan di nav xwe de bihewîne. Bo vî tiştî jî divê alîkarên dilxwaz bi van zimanan şareza bin: Elmanî, Kurdî, Îngilîzî, Fransî, Erebî, Farisî, Tirkî, Rûsî. Ew dikarin li ser Kompûterê jî bixebitin û ji pirtûkan hez bikin. Balkêşî di serderîya pirtûkan û berhemên din ên çapê de karekî bingehîn e.

Du cihên xebatên li ser Kompûterê tevî rênimayên pêwîst li pirtûkxaneyê hene. Kesên dilxwaz pêwîste 3 demjimêrên kar di heftê de plan bikin. Planek dema kar ku bê amadekirin, divê alîkarên dilxwaz jî pêgirîyê bi wê bikin.

Pêwendîkirin bi rêka "Kontaktformular" an E-mail

Rêya herî lezgîn a pêwendiya bi me re  forma têkilîyê ya li ser vê malperê ye. An jî bi rêya E-mailê hûn dikarin xwe bigihînin me. Piştre em we vedixwînin hevdîtineke hevnaskirinê.

Li pirtûkxaneya ku li Berlîn-Wîlmersdorfê ye, bi awayekî guncav xebatên amadekariyên têkildarî pirtûkxaneyê rasterast tên kirin.