Piştgîrîkirin

Gelo we rûpela projeya me ya dem-dirêj dît û hûn niha hizra alîkarîya aborî ya mehane ya bi rêya bankê dikin? Yan, gelo bi nêrîna we bi taybetî Xelata Zanistî hêjayî piştgirîdanê ye?

Eger wisa be, xaleke me hevpar heye. Em jî berdewamîyê dixwazin. Weqfa me wisa hatiye sazkirin ku ji bo demeke dûrûdirêj bimîne, û em spasîya hemû heval û sponsoran dikin ji bo alîkarîyên wan di projeyên pêşerojê de.

Hûn dikarin bi rêya lînka rûpela Bexşandin bizanin ka alîkarîya aborî ya mayînde çawa tê pêkanîn.

Hûn dikarin bi hevkarîyeke çalak piştgirîyê bidin me

Ev banga karkirina bi awayekî çalak ji bo hemû kesan e, ji bo yên ku dixwazin yan li Berlînê di ofîsê de yan jî bi rêya înternetê ji dûr ve bixebitin. Rêverberîya ofîsê ya Weqfê vê pêvajoyê birêvedibe. Her wiha em daxwaza piştgirîya xwebexş dikin di wan hêlan de:

Karê Wergêrî

Wergerandina metnên kurt û dirêj. Em li du wergêran in ku karibin bi van zimanan wergerê bikin (کوردی Kurdî, Elmanî, Ingilîzî û çendîn zimanên din wekî Erebî, Farsî û Tirkî).
Cih: Berlin yan jî bi rêya înternetê
Mercên pozîsyonê: Eger hebe, ezmûna di wergêrîyê de

Avakirina Pirtûkxaneya Cemal Nebez

Tomarkirin û senifandina pirtûkxaneyê. Her pirtûk divê bê etîketkirin ji bo refan.
Sepana senifandinê tê bikarhanîn.
Cih: Berlin, û paşê bi rêya înternetê jî
Mercên pozîsyonê: xebata dirist û bi baldarbûn

Diristkirina mêza pirtûkan ya Weqfa Cemal Nebez

Di kombûn û konferansên sereke de, û herwiha di Civîna Salane ya Weqfê de.
Cih: Berlîn / cihên kombûnê yên curbicur
Mercên pozîsyonê: pêbawerî, hezkirin ji afrandinê. Divê xwedî serpêhatî be di xebata komekî de Komên piştgirîyê yên xwe bi xwe diristbûne jî dikarin tevlî me bibin.

Weqf piştgirîyê dide damezrandina komeleyên xwebixwe rêkxistî yên ku dixwazin bibin piştgirên Weqfa Cemal Nebez. Ew dikarin li ser internetê bên avakirin û berdewamkirin, yan jî çalak bimînin di asteke herêmî de.

Girîng e ku Weqfa me  bi rêya kesekî/ê peywendîdar di gel wan kesan bi awayekî baş di têkilîyê de be.
Danûstandinên carûbar dibe ku hevnasîna rastîn û têkilîyên zêdetir pêk bîne.
Weqfa Cemal Nebez hêj nû ye. Tê hêvîkirin ku bi demê re bibe weqfeke berfireh ya navneteweyî
Eger hûn dixwazin hevakarîyê bikin, ji kerema xwe re, bi me re têkilîyê deynin bi rêya Forma Têkilîdanînê. Em ê bi we re têkilîyê deynin.

Ji kerema xwe re, me agahdar bikin eger pêşnîyazek we hebe ji bo rêyên din ên piştgirîdayînê ji Weqfa Cemal Nebez re, yan eger we kêmasîyek dîtibe û hûn bikarin alîkar bin ji bo ku wê kêmasîyê ji holê rakin. Ji kerema xwe re, Forma Têkilîdanînê bikarbînin.

Mêvanîyeke taybet di dawî de: Baxçeyê Cemal

Ew piştgirên ku li Berlînê dijîn, dikarin ji bo hevdîtinên xwe werin li Baxçeyê Cemal li hev bicivin, ya ku li navenda Berlinê de ye.
Baxçe ne dûr e ji navenda rêvebirîyê û ofîsa Weqfê, û herwiha di vê dema xweş de, ji bo vê mebestê ciheke guncav e; dema ku gellek geştiyar ji her derê dinyayê tên vî bajarî.

Ev cih guncav e ji bo ku çanda baçeyê ya bi xizmeta xwarin û vexwarin û mêvanperwerîya kurdewarî bê nasandin - ji wan mêvanên ku dixwazin têkilî deynin bi Weqfa Cemal Nebez re.
Eger we divêt, ji kerema xwe re bi rêya forma têkilîdanînê bi me re tekilî deynin. Em ê xwe bigehînin we.