1/2023 DCN N U Ҫ E N A M E ١/۲۰۲٣
• Weke saziyeke navneteweyî, em vê nûçenameyê – mîna rûpela me – bi çar versiyonên cuda pêşkêşî we dikin
• Ji bo rêzgirtina Cemal Nebaz wek saziyeke ku ji aliyê kurdan ve hatiye avakirin û ji bo kurdan, me li ser xebat û jiyana wî ava kiriye, ku em dixwazin wê biparêzin û bi berfirehî pêşkêş bikin.
• Em rêxistineke yasayî ne û ji aliyê siyasî ve serbixwe ne û ne girêdayî ti partiyên siyasî ne. Komîteyên me bi awayekî xwebexş dixebitin. Ji bo proje û plansaziya xwe em xwe dispêrin alîkarî û bexşînan.
• Li gor yasayên Almanyayê em wek dezgeheke neqezenc tên naskirin. Alîkariyên ku em distînin li gorî yasayan têne xerckirin û eşkere kirin.
Em Newrozeke geştir hêvî dikin bo we!
Ya herî baş ew e
bi hevalan ra, li derve
sibeha biharê pêşwazî bikin.
Hevalên xoşewîst ên dezgeha Cemal Nebez!
Ev mizgîniya hanê di destpêk û hema hema bêje dawiya Newrozê de gihîşt cihê xwe. Em şanaz in ku em ê Xelata Cemal Nebez cara ewil bidin.
Zara Mihemedî Xelatgira Xelata Cemal Nebez ya Sala 2023yan
Piştî pêvajoya hilbijartina xwe, komîsyonê bi yekdengî û bi awayekî serbixwe mamosta Zara Mihemedî hilbijart ku li rojhilatê Kurdistanê dijî û çalak e. Ev hilbijartin ji aliyê rêveberiya weqfê ve hatiye pesendkirin û ji aliyê xelatgir ve hatiye pejirandin.
Hûn dikarin sedema hilbijartina Zara Mihemedî di raporta komîsyona hilbijartinê de bibînin.
Hin hûrgiliyên din ên pêvajoyê hêj mane, lê belê dê dû re li ser malpera Dezgeha Cemal Nebez bên ragihandin û parvekirin.
Hevalên xoşewîst ên dezgeha Cemal Nebez!
Cejna Newrozê, parçeyekî çanda kurdan e û giringtirîn mîhrîcana salê ye ku li hemû parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin.
Di van demên tirsnak de ku li ser şerê cîhanê yê sêyem tê axaftinê, ji rojevê wêdetir ya giring ew e ku em li ser çanda kurdî bifikirin. Ji ber vê jî em tenê nagihîjin Newrozê, her wiha ev jî nûçenameya me ya nû û ewil a vê salê ye.
Hevpêwendiya Xurt
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistanê de helbet cudahiyên herêmî peyda dibin, lewra erdnîgariyeke berfireh a Kurdistanê -ji Rojhilata Navîn dest pê dike heta kûrahiyên Rojhilatê berfireh dibe- heye. Jixwe Bakur/Bakurê Kurdistanê, Başûr/Başûrê Kurdistanê, Rojava/Rojavayê Kurdistanê, Rojhilat/Rojhilatê Kurdistanê -ji aliyê qanûnî ve- di navbera dewletên cuda de (Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îranê) hatiye parçekirin ku li her parçeyê destûrname û rêbazên taybet ên van dewletan hene (mînak: carna lixwekirina cil û bergên kurdî/gelêrî di Newrozê de qedexe dikin.) Her wiha, niha li her çar aliyên dinyayê gelek kurd hene ku li diyasporayê dijîn.
Bêguman çanda kurdî zindî ye
Ji pîrozbahiyên roja me cudatir, di dirêjahiya dîrokê de gelek awayên pîrozkirina Newrozê hene. Em ji Ehmedê Xanî yê ku di sala 1650yî de li bakurê Kurdistanê, li Bazîdê hatiye dinê û helbestvanê wan ê gewre ye dizanin ku Newroz di nav kurdan de cejneke asayî bûye û wek karnavalekê, bi cil û bergên gelêrî hatiye pîrozkirin. Ma bihar jixwe ne demsala guherînê ye?
Dibe ku awayên pîrozbahiyên Newrozê sal bi sal guherîbin. Di van salên dawî da kevneşopiyek lê zêde bûye ku ji bo bibîranînê deqeyekê rêz digirin.
Çanda kurdî ne tenê di Newrozê de, lê di muzîkê de, di hunerên ciwan de, di zimanê kurdî de dijî û zindî ye.
Hema di van rojan de mizgînîya wergera berhemeke din a wêjeya cîhanê; James Joyce, Ulyssesê gihîşte me. Êdî bi kurdî dikare bê xwendin. Helbet Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dê bi beşdariya wergêr vê yekê pîroz bike. Piraniya kesên li wir amade bin, dê bi kêliyên bibîranînê yên xembar re rû bi rû bimînin. Wergêrê ku di ahengê de tê pîrozkirin ji bakurê Kurdistanê ye, ango ji başûr-rojhilatê Tirkiyeyê ye.
Kesên ji wê herêmê gelek xemgîn in ku divê li ser wan xebat bên kirin; wan xizm û hevalên xwe, nasên xwe yên nêzîk an jî dûr di wê erdheja mezin de ji dest dan, wê karesatê li ber çavên xwe dîtin û ew wê tofana reş a ku di van salên dawî de li ser serê herêmê rabûbû baş dinasin.
Şara reş a terorê li ser Bakur û Rojava
Çawa tê zanîn ku li Tirkiyeyê partiya îslamî-paşverû ya Serokkomar Erdogan AKP- bi hevkariya neteweperestên tundrew ên rastgir MHPê, bi awayekî girseyî êrişî muxalefeta kurdan û elewiyan dike, wan sûcdar dike, gefan li wan dixwe.
Baş tê zanîn, digel ku piştgiriyên ji bo erdhejê zû destpêkirin jî, ji aliyê Enqereyê ve ji bo navçeyên bakurê Kurdistanê alîkarî dereng çû. Her wiha tê zanîn ku kurdên li Rojava, yên li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê bûn bi temamî ji alîkariya navneteweyî ya erdhejê bêpar man.
Lê belê herêma ku bi “Dewleta Îslamî” re şer kir û fedakariyên mezin nîşan da ev herêm bi xwe bû. Her çiqas Hevpeymaniya Navneteweyî bi çek û teqemeniyan alîkarîya asmanî û bejahî dabe wan jî, yên ku bi DAIŞê re rû bi rû şer kirin, bûne qurbanî, ew bûn.
Gava ku rêxistina terorîst DAIŞ, ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ve hat têkbirin, Rêveberiya Xweser a Rojava xwest ku Hevpeymana Navneteweyî rewşa rêveberiya xweser piştrast bike û wekî beşeke welatê Şerênavxweyî yê Sûrîyeyê bê hesibandin. Ev yek ji bo herêma Rojava giring bû, ji bo ku bikaribe di danûstandinên li ser siberoja Sûriyeyê de, yên ku di asta navneteweyî de piştgiriya wan dihatin kirin, li ser maseya çareseriyê rûnê.
Tirkiye li dij derket. Hîç daxwaza wê ya naskirinê tune bû. Heke piştî serkeftina li hemberî DAIŞê, Rojava wekî herêmeke xweser bihata nasîn, hingê ji alîkarîyên navneteweyî bêpar nedihat hiştin.
Daxwazên Rêveberiya Xweser a Kurdan pêk nehat, li şûna wê ev bûn:
Li ber çavên welatên cîhanê, hevkarê NATOyê, Tirkiyeyê parçeyek axa herêma Rojava dagîr kir. Enqereyê komên çeteyên îslamî li dora xwe kom kir û di bin rêveberiya Tirkiyeyê de rejîmeke dagîrkeriyê damezirand. Ev rejîma dagîrkerîyê, li nêzî sînorê Tirkiyeyê, li herêmêm stratejîk û guncav qanûnên navneteweyî bin pê dike.
Rêveberiya Xweser a Rojava ku di sala 2011an de hat damezirandin, hebûna xwe didomîne û dixwaze herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagîrkirin rizgar bike. Ji sala 2018an vir ve ye navê fermî bûye Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê (RXBRS).
Hevalên hêja yên dezgeha Cemal Nebez!
Dilsozî û berevaniya cewhera çandî bû sedema bingehîn ku gelê kurd ji hemû heyam û zemanên xerab bi hêsanî bibuhire.
Her wiha çanda kurdan, ji serdemên dêrîn vir ve çandên gelên cînar jî dewlemend kiriye. Tenê bibîrxistinek: Kurdî ji farsî resentir û kevintir e.
Bêguman çanda kurdan bi pirrengîbûn û vekirîbûna xwe ve tê nasîn. Di heman demê de, rast e ku tê gotin civaka kurd heta radeyekê girtî ye û ji biyaniyan re jî zû bi zû xwe venake. Ji bilî pirrengî û vekirîbûna çandî, meyla dûrbûnê dikare wekî taybetmendiyeke sêyem a giring a çanda kurdî bê dîtin. Pirrengiya zimanê kurdî jî yek ji wan e.
Di demajoya dîrokî ya dirêj de, rola erdnîgarîya bingehîn a Kurdistanê jî hebû. Bi gelên din ên Rojhilatê re di nav danûstandineke domdar de bûn û li herêmên cografîk ên ku dikarîbûn xwe bigihîninê re jî danûstandina wan dest pê kir. Bi her awayî kurd bûne wergêrên jêhatî. Nav û dengê wan di vê biwarê de berceste ye û zanîna wan a li ser herêmê newaze ye.
Bêguman nûnerekî berbiçav ê çanda kurdî jî Cemal Nebez bû. Carekê hevalekî wî got: “Cemal Nebez li ku be, li wir Kurdistan heye.” Ji ber ku di babeta zimanan da jîr û şareza bû, gelek heval û rewşenbîrên gelên din ên Rojhilatê, xwe ber bi wî ve dikişandin. Ji ber azadîxwazî û kozmopolîtîzma wî, kombûn û hevdîtinên jixweber û yên plankirî bûn sedem ku bi hêsanî kêşûhewayeke dewlemend a pirreng çêbike, ku hemû ji hev sûdê werbigirin.
Belgefîlma Youtubeyê ya Rûdawê
Ev belgefîlm [ Link ] merhaleyên jiyana hevalê me raber dike û bi vî awayî gelek kes dikarin wî nas bikin. Ew bi xwe jî parçeyekî çanda kurdî nîşan dide û temsîl dike. Her wiha ew bi nasnavê wî yê ku wî bi xwe hilnebijartiye tê behskirin û nasîn: Ramyarê Azadiyê. Ev belgefîlma ser Youtubeyê ji bo hemû kesan bêpere ye û beşek ji vê çandê ye. Ev vexwendinên comerdane tîne bîra mirov ku kurd ne tenê di dîrokê de, her wiha di roja me ya îro de jî tên nasîn.
Serenav diyariyek e û wekî bilêteke belaş e hûn bikaribin li ser Youtubeyê ji bo weşandin, danasîn û bibîranînê bi kar bînin.
Gelek spas,
Hevalên xoşewîst ên Dezgeha Cemal Nebez!
Îsal em ê teqez beriya betlaneya havînê hejmara duyemîn a bultena xwe bi we re parve bikin.
Bi hêviya hevdîtina heta hingê!
Li gel silavên germ ên Newrozê!
Rêz û silav
Dezgeha Cemal Nebez
Fermî û bêberjewendî
Kontakt
Telefon: +49 (0) 30 86 12 653 I Fax: +49 (0) 30 86 15 706
Em ê kêfxweş bibin ku hûn bibin aboneya bultena me, an bi riya malpera me: https://www.jemal-nebez-stiftung.org/ oder direkt an: info(at)jemal-nebez-stiftung.org